a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Tu

Derdê dilê min pir in, ez nizanim çi bêjim Wek alava Newrozê, ji dil de disincirim Hêviya min azadiye, jînek serbest digerim Tu çiqa ji min dûrbî, dilê min çavê min e Dilê min benda te ye, ka tu bêje: Bimeşe Eger dil min ji bîrbike, tu caran te ji bîrnake Firmisk û xwîn min girtin, nahêlin ez bikenim Hêvya azadiyê tu yî, derd û kulê'm te kuştin Xweziya dilê min ev e, perçak ji kenê te bim Gotin: Ferhad Merde Muzîk: Arî Hewlêr

Bêjebêje © 2015-2024