a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Wa Narê

Wa narê lê Narînê lê lê yarê lê narînê Narê Bandikim tu li kuy e çima nayê wa narînê lê lê yarê Tenê me bê te nabe, sebram nayê lê narînê lê lê yarê Îroji malê derketim Bi pey şopa Narê ketim Kolan kolan ez geriyam Westiyam ji hal de ketim Min li derî da, ne li malê bû Ne li banî ne li xwarê bû Li bin siya darê bû Ne li cîranan ne li Tarê bû Min têr kişand derdê Narê Mam li benda te êvarê Derî vebû Narê dihatê Lê nehat cem min vê carê Min dî Narê derî vekir Burhek danî û yek rakir Destê nazik giran hilda Bi çav û dil min silav kir Ne ez bûm ê westiyayî Ne Narê bû a nexuyayî Dema Narê ji min pirsî Çi bû îro ji bî mayî? Weke îro me hev dîbû Me têr li hevdû nêrîbû Soz her sal em bên vir Narê çû bû, min nedîbû Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024