a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Welato

Lo welato, lo welato Lo welato, te yê ez dîn kirim e Wekî kerengekê di dawiya buharê Tava havînê bi ser de hato, hey welato Goştê min helandin, xwînam in zuha kirin Hestiyê min li ber bayê payizê berdan Cihê min kirine mîna zinara Lo welato Te yê ez kirime wekî cixarakê devê qelûnkêşa de lo welato Agir berdanê sal diwazde meh dişewitim Lê dawiya min nehato lo welato Lo welato Na na, welato Ez kirime wekî nexweşekî li nav livîna werikirim Sibê heya êvarî, ji êvarî heya sibeha Izrayîlê melekê mirinê, Mêvanê min e Ji min dixwaze canê ciwan Emrê şêrîn Lê ez berxwedidim welato Dikim sikran dibêjim belkî bibînim te welato Belkî bibînim te welato, berî mirina xwe Lo welato lo welato Lo welato te yê ez kirime wekî kerengekê di dawiya buharê Tava havînê bi ser de hato, hey welato Goştê min helandin, xwînam in zuha kirin Hestiyê min li ber bayê payizê berdan Cihê min kirine mîna zinara Lo welato

Bêjebêje © 2015-2024