a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Westîyabû

Westîyabû ji rêka dûr Dinalîya ji birîna kûr Pişta xwe da dareke sitûr Û distira û distira Hey lêwayê li minê Li min koçerê rîya mirinê Li min hêsîrê destê nezanê dînê Hey li minê !......... Rîyê li ber min sisê û çarin Rîya pêşî bitirse çete kozik têde vedane Rîya diduwan diçê biber roma bê îman Rîya sisîyan bi keleme û bikaş û newale Hêz di çogê mide nemane Rîya çara para mine ezê li dar û berê çîya Bibim mêhvan heya mirinê.

Bêjebêje © 2015-2024