a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Zîlan

Tu ekîdê, qehremanê, Zîlanê Tu ji me re roj û nav û nîşanî Tu sibmola xortê Kurda cîhanê Tu vebûna gulê serê çiyanê Tu ekîdê, qehremanê, Zîlanê Te şervanê têkoşerê û rêzanê Bi vê dozê pir bawerê Zîlanê Nifşê te jî venagerê dilovanê Ta azad nebê buhara Kurdistanê Goristan warê te ye ji bo neyar Hêrs û kîna dilê te de naçe ji xeyal Qehremaniya Zîlana min tim li bal Kor dibê tevde dibê pêt û ar Erê Zîlan keça Kurd û Kurdistan Em Kurd îro gelekî bi te serbilind in Yeke weke te canê xwe hilweşand di nav çavê dijmin de û dijmina de Qehremaniya te gelek mezin e ji Kurd û Kurdistanê re û ji me xortê nû kesê ku di vê jiyana nû de dimeşin û dibêjin Gerek em gelek, bikevine vê dozê de û em doza te bernedin Zîlan, ey zîlan Xweşika hêja, qehremana me Kurd û Kurdistan Erê Zîlan, tu ti caran winda nabî di dîroka Kurd û Kurdistanê de, tê her bimîne û bimîne

Bêjebêje © 2015-2024