a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Zor e

Payiz e, pelê dara xwe weşand Çûna te dil û hinav hilweşand Bi saxî, rih ji canê min kişand Naxwazim tu herî dûrî min Zor e, dizanim Çi bikim dîsa tu dûrî Buhar e, gul û gîha şînayî Li cem min ewr e, çênebû sayî Li ber çav her timî tu wendayî Naxwazim tu herî dûrî min Zor e, dizanim Çi bikim dîsa tu dûrî Gotin û Muzîk: Murat Yapıştıran

Bêjebêje © 2015-2024