the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xeyrî

Hêdî Hêdî

Bû xwê û ket birîna min Salan dibe ji emrê min Dixwe goşte vî canê min Mina gur a hêdî hêdî Eşq û evîn wiha nîne Çima mirov dihelîne Bûye volkan dikewîne Vî dilê min hêdî hêdî Ez çûm ku ew hat li pê min Xwe kir hevalê dilê min Bê bazarî wê emrê min Ji xwe re bir hêdî hêdî Dikşînim zor û zahmetê Bi wê bûm xwedîyê rûmetê Evîn jahr be wek şerbetê Ezê vexwum hêdî hêdî Gotin û Muzîk: Seyda Perinçek

Bêjebêje © 2015-2024