the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xeyrî

Wexta Zeryam Nîşan Kirin

Wexta Zerya min nîşan kirin Devê birîna min vekirin Birîn tije xwê dikirin Derman çare pê nedikirin Min go bira wê çawa be Dil kafirê ray lê nabe Eşqa dila betal nabe Gelo halê me çawa be Çi kanîka wê qicqicî Çotê kewa lê fericî Xwezîya mi li dilê wî xortî Ê ku bi dilê xwe zewîcî (Dîsgotin) Gotin: Kurdekî Ermenistanê Meqam: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024