a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Beyanî Baş Kurdistana Min

Berê sibê Dilê min tê Dilek bi destnimêj, ji xunavên te Gel tavek rûbiken Em bo te dibêjin: Siba te bi xêr, siba te bi xêr! Siba te bi xêr! Axa ji zêr Deşt û çiya Dar û giya Siba we bi xêr! Siba te bi xêr Kurdistana min! Beyanî baş ji dûr tête dengê aş Çavên xilmaş Beyanî baş Hêlînên kew Yara bedew Hîvek çav li xew Beyanî baş! Beyanî baş kurdistana min! Destên nav kar Şanên bin bar Mizgeft û dêr Siba we bi xêr Keriyên belav Rûbar û sulav Nêrgizên xewîn Yara şêrîn, siba te bi xêr Siba te bi xêr kurdistana min! Beynît baş kurdustana min!

Bêjebêje © 2015-2024