a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Çi Sosin e

Çi sosin e Ha ji min tune Diçe û tê li ber çavê min Li min biner! Halê min tune Carek berê xwe bide min Lê binerin! Çi bi naz e Zane dilê min wê dixwaze Li dor xwe dinêre û dikenê Li bîra min ew bi tenê De li min biner! Halê min tune Carek berê xwe bide min Şûr awirê Gotin şekirê Te tîr berdan dilê min Min dibe û tînê Min dixapînê Guh nadî van êşên min Lê binerin! Çi şêrîn e Çi giran û çi sengîn e Çava li dor xwe digerîne Tê bê qey ew min nabîne De li min biner! Halê min tune Carek berê xwe bide min Te bibînim, te nebînim Herdem tuyî li bîra min Bo te ez dixwînim Xew nabînim Şev û roja gula min Li min biner! Halê min tune Carek berê xwe bide min Çi sosin e Ha ji min tune Diçe û tê li ber çavê min Li min biner! Halê min tune Carek berê xwe bide min!

Bêjebêje © 2015-2024