a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Derdê Min

Derdê min ev e Dermankî bibîn! Were bi agir agir tu vemirînî Dil tengezar im Pir zam û birîn Fermo ji şermê Veşêre evîn Min digot dereng e Wext li min teng e (Kevneçirok im siwarên wê revîn) Gulên di dil hemû çilmisîn Na na zuha bûne û mane bê bîn Çirûskên ronî Xamoş bûn, vemirîn, lê Keçi min wê dî Ew li min bû xwedî We ez etwandim bi Çend gotinên şêrîn Min xwest ez bêjim Rojên min ne roj in Şev li min dirêj in ey Cana şêrîn, lê Tu nabê li berket Koç kir û dûrket Tenê ez hiştim Bê xeberk kesîn û Derdê min ev e Tu dermankî bibîn !

Bêjebêje © 2015-2024