a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Dîrok

Li rojên teng û der bi derî Rojên raperîn û koçberî Eger felek bi serê we Carna bira digeriya Berê we tim Li şarê min bû Mala me mala we bû Ji nan û xwê ji wan roja Sed mixabin, li bîra we hîç nema Hîç nema Îro şarê me ketiye tayê We pişta xwe teva dayê Çi bû? Çi bû? Çi qewimî? Qey dîrokê ji bîr kir? Û şarê min bi xwe bargiran bû Tê bîra we, çend hejar bû lê. Dîsa erkê xwe tim rabû We neşkand û. Konek bo we neveda! Himêzê xwe bo we vekir Bi hawara we tim lez kir Can û ruhê xwe li ser kir Lê ne giran bû Nego: na, nego: na Nego: na, nego: na! (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024