a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Gazin

Ma bi rastî kesek heye ku bizanibe Ev dunya diçe ku Kesek ku bizanibe Çi ji me´r tîne pêşeroj Kesk şareza be Her tisht bo wî xwuya be Kesk ku bizanibe Em nêzî çi dibin roj bi roj Gava em biçûk bûn, bo me digotin: Xwedak heye ew berpirsê hemî tişta Xwedak mezin tim dibîne em çi dikin Lê ey xweda tu li ku yî Bi ku de çûyî Te ev dunya keriyekî Wa bê şivan hişt Ma tu li ku bûyî ma te nedidît Gava Qabîl birayê xwe Habîl kuşt Ma bi rastî kesk heye ku bizanibe Kê li ba me çand ken û girîn Kê em fêr kirin kîn û evîn Kê wa em bê biryar kirin Kê em di vê rêçê werkirin Jîn û mirin, mirin û jîn Kê em beş kirin cuda kirin Kirin reş kirin spî Hin bi xwedî, hin bê xwedê Hin jê têr hin jê birçî Ey xweda heger tu hebî Peyda dibî Guh bide nal u gazî Te çi sebr e, çi aram e Insan dibîne bi vî halî Gava em biçûk bûn, bo me digotin: Xwedak heye ew berpirsê hemî tişta Xwedak mezin tim dibîne em çi dikin Lê ey xweda tu li ku yî Bi ku de çûyî Te ev dunya keriyekî Wa bê şivan hişt Ma tu li ku bûyî ma te nedidît Gava Qabîl birayê xwe Habîl kuşt

Bêjebêje © 2015-2024