a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Îşev Tu Bûk î

Îşev tu bûk î Bûk î bûk î Kiras spî û dest bi hine W'ez reşpoş im Mey dinoşim Îşev mirina min e Ne gunehkar im Tenê dildar im Aşiq û bê çare me lê Tu gunehkar î Tu bê qirar î Te ehed û peyman na tune Bê kes û kar im (bê xwedî) Dûr ji war im Ji te pêve na min kes tune, lê Te ez hiştim Cana te'z kuştim Tu ê bêjî Dujminê te me Îşev tu bûk î Bûk î bûk î Kiras spî û dest bi hine w'ez Reşpoş im Mey dinoşim Îşev mirina min e

Bêjebêje © 2015-2024