a photo of Xoşnav Têlo

Xoşnav Têlo

Li Min Negrin

Bo we dijîm, bo we dimirim Alek ser sînga birînê û Heger kenîm, bo we dikenim Ez giryanê girînê (Pepûlek im bal sutaw) Bi agirê evînê Dilek im ez, xêr nedî Xêr nedî Ji vê bêbexta jînê Rihek im pir westiya Ji gazin û giliya Ez du çavê bilî firmêstkan nedîn Dîkim dengê hejara Xelkên mane bêçar e Xelkên bi ah û hesret Derbeder û ewar e Çon ez negrîm xelkîno! Nekim vê xem û şînê?? Dunyak li dor min pir seyr Şaş û rast têkel bûne Dunyak zalim, bêinsaf Hiç wekhevî lê nîne Dunyak bi zor an bi zêr Bira bira, heval heval dişkîne Dunyak wilo na min nevêt û Cî ji bo min lê nîne Ez bo we dixwînim xelkîno Dengê min ah û şîn e û Heger xemê şîyar dikim Li min negrin xelkîno! Li min negrin xelkîno!

Bêjebêje © 2015-2024