the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yaser Edessa

Dil Bi Xwe Re Bir û Çû

Li bin darê, li ber avê Giha li me dida navê Ew kenê li bin xûnavê Te bi xwe re bir çû Rabe bes e were dînê Nav û dil bes bihelînê Çi bîranînên li vir hebûn Te bi xwe re bir çû Ew lîstikên li kolanan Hejandina li hêlana Fêdîkirina li ber dîlana Te bi xwe re bir çû Rabe bes e were dînê Nav û dil bes bihelînê Çi bîranînên li vir hebûn Te bi xwe re bir çû Min dixwast bêjim hevalê Ji te hez dikim delalê Tu rêwiya wek xezalê Dil bi xwe re bir çû Rabe bes e were dînê Nav û dil bes bihelînê Çi bîranînên li vir hebûn Te bi xwe re bir çû Dil bi xwe re bir çû Gotin û Muzîk: Selamo

Bêjebêje © 2015-2024