the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yedê Şakirî

Çengî Şikaw

Ezanî bo wa lawaz û bê rengim Zerim belam esîrî pencey jengim Bê perwam û le nêw deryay ewîna Enirkênê diley wekû nehengim Wek perwanem le nêw girî firaqa Aqirçêm û asûtêm û bê dengim Her ekulêm û ecoşêm û esûtêm To roj û min dilopeyêk awengim Min awarey nawçew melbendî eşqim Dest be yexey firaqim û le cengim To wilatî ewîn û pir le razî Min şehit û kojrawî jaw û jengim Memtarêne û memnêre bo xerîbî E min le nîştimanî xom be sengim Xezelwerî jiyane min belam her Bolbolî aşiqî golî qeşengim Heraxwênim be dil bo gol bo cuwanî Herçende pîrim û şikawe çengim Gotin û Muzîk: Yadê Şakirî

Bêjebêje © 2015-2024