Yedê Şakirî
Şar Nûstuwe
Lem şare hezar çîn û hezar bawerî tiya heye
Lem şare hezar dadga w mîlyun dawerî tiya heye
Lêre ke engost keyte ava giştî pê ezanê
Birêk car rojêk hezar kesîş bikujî kes nazanê
Şar nûstuwe rayçeleknin lê xewtûwe
Lem xake giyane hemû şitê be larêya eçê
Masî reşe biçkoleyş ser lê şêwaw dêt û deçê
Lem xake take kese ebê be qorbaniy komel
Hîwa be jiyan sifre w giyane be ser desa açê
Ew kesey hemû jînî le nêw şewa rabirduwêt
Ew kese çon etwanê xor û rojî pê xoş buwêt
Ho refêq biçît neçît netxeletnêt ferqî nîye
Însan ke xoy le bîr çû çe êre bêt çe êne bêt
Gotin û Muzîk: Yadê Şakirî