Skip to main content
a photo of Yekbûn

Yekbûn

Aştî

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Stêrka Gelawêj, berbanga sibê tîne Bi rê ketine kevokên şîn bihêvî ne Ji bo jiyanek nû, ew tariyê diqetînin Hildan barê aştiyê, bûn rêberê aştî Aştî armanc, aştî hêvî Aştî awaz, aştî hawar Aştî, aştiya kevokên şîn Di ronahiya çavên axa pîrozbiha Ew ê binivisînin helbestên aştiyê Em e li gerdûnê biafirînin şaristanek Navê mirovahiyê bi rengelan binexşînin Aştî armanc, aştî hêvî Aştî awaz, aştî hawar Aştî, aştiya kevokên şîn Gotin: Huseyîn îldan

Bêjebêje © 2015-2026