a photo of Yekbûn

Yekbûn

Berîvan

Hate nav pez Bêrîvanê, me bi hev re da jivanê Lê dema çavê min pê ket, dil li min kir heyecanê Min gazî kir wa cîwanê, tû bi agirê nava min zanê Va ji derdan êş li min ket, tev ji destê te gîha min Bêrîvana nav biharê, her ji bo te min hawarê Min hinav agir jî pê ket, min ji ber nalîn û zarê Bêrîvana min delalê, gelek hêja û şepalê Çavê Seyda ku li wê ket, me dît can mayê bêhal e Bêrîvanê hatî ji der dê, were bo me tû xeber de Me dît wek findê tu pê ket, te li dil me kiriye ba lê Bêrîvana wî pesarî, dil revandî her biharî Lê dema pişka me lê ket, tê bîra min her êvarî Helbest: Seydayê Keleş Muzîk: Armanc

Bêjebêje © 2015-2024