a photo of Yekbûn

Yekbûn

Edlê

Edlê rabe sibe ye Şiliyê rabe sibe ye Edla min a edilî Şiliya malê edilî Keskesora xemilî Min dît li gir Fetilî Eynek danî xemilî Kulê te terasbavê Hemî mane li vî dilî Edlê rabe sibe ye Şiliyê rabe sibe ye Teq û reqa derge ye Qêr qêra dîkê me ye Demê nimêja te ye Çaxê nimêja te ye Mala Edlê li neqebê Mala şiliyê li neqebê Lê da bayekî xezebê Derdê Edla min giran e Da ser derdê kezebê Derdê Edla min giran e Da ser derdê kezebê Edlê rabe sibe ye Şiliyê rabe sibe ye Teq û reqa derge ye Qêr qêra dîkê me ye Demê nimêja te ye Çaxê nimêja te ye Mala Edlê deştê bû Mala Şiliyê deşte bû Lê da bayekî dinê bû Derdê Edla min giran e Da ser derdê hêwiyêwo Edlê rabe sibe ye Şiliyê rabe sibe ye Teq û reqa derge ye Qêr qêra dîkê me ye Demê nimêja te ye Çaxê nimêja te ye Gotin û Muzîk: Gelerî Herêm: Botan

Bêjebêje © 2015-2024