a photo of Yekbûn

Yekbûn

Min Te Dîbû

Min te dîbû li ser bîrê Av dikşandî bi zincîrê Ez radimîsim keçika pîrê Wa way lê Wa way lê, malik wêran Diçûme nêçime bavo Çavreşê, çavreşê gerden xweşê Min te dîbû li nav titûnê Agir danî li ser qelûnê Ez radimîsim keçxatûnê Wa way lê Wa way lê, malik wêran Diçûme nêçime bavo Çavreşê, çavreşê gerden xweşê Min te dîbû li nav genekan Keçê neke van henekan Ez radimîsim çav belekan Wa way lê Wa way lê, malik wêran Diçûme nêçime bavo Çavreşê, çavreşê gerden xweşê Gotin û Muzîk: Gelerî Herêm: Serhed

Bêjebêje © 2015-2024