a photo of Yekbûn

Yekbûn

Rivîn

Dûxanek rabû ji pişta çiyan Dilê min jî şewitî pê ra li vir Bi dil ez bi te ra bûm, lê Laşê min bêruh îro maye li vir Dixwazim ez teyrek baz bim Bifirim esmanan, derkevim ji hûndir Yek caran xwe deynim cûdî Carînan ji dakevim gundên çolbir Rivînên agir bêhna min çikand Teng dibim ji qehra bê livbazî Hawara zarên bêcîh man Û qêrîna dayika min dixwaze Dixwazim ez teyrek baz bim Bifirim esmanan, derkevim ji hûndir Yek caran xwe deynim cûdî Carînan ji dakevim gundên çolbir Gotin: Îrfan Ozturk

Bêjebêje © 2015-2024