a photo of Yekbûn

Yekbûn

Xwezî Dîsa

Sala hat, dilbuhurî Hatin mîna gava Ser emrê me hêwirîn Wede li me ne kir lava Cahaltî li me barkir Derî dada revî Ahiltî li me karkir Nikarîbû birevî Xwezî ez dîsa zar bûma Ber dilê dayka xwe bûma Berbangê dîsa hişyar bûma Merg, çîmêna da bax bûma Xwezi l`deqakî cahil bûma Çiya û baniyada xwar bûma Mihîna belek siyar bûma Paşê dîsa kal bûma Ez êdî nikarim Mîna salê berê Bikevime govendê Nav şahiyê cimuetê Hey li min, hey dilo Dilo kale-mêro Tu bîr nakî Çîlê Birîna dilê kalê

Bêjebêje © 2015-2024