the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yelda Emek

Îro Heşt e

Li ser gazek ax û xem e Çav dibarin lemelem e Dil merûm e lê çi dem e Nayê xortê min w’ez bibînim De qurbano de xemgîn e Çav li rê ye te bipergîne Têxe nav dilê xwe bisebrîne Nayê xortê min w’ez bibînim Dil diare, dev dibêje Hêsir ser da çav dirêje Çerm û tevn tev dipêje İro heşte roj dibuhurin Nayê xortê min w’ez bibînim Gotin: Bîlge Acar Aranje: Mustafa Biber Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

Bêjebêje © 2015-2024