Yûnis Das
Belkî
Li şeveke payîzê ne em
Mêhvanê şevbêrka sermest
Çavên te bang dikin
Guliyên te reqsê
Sewta min hinekî newa
Şewta min hinekî rewa
Ne te got a ne min got na
Em bûn rêwiyên belkîyan
Belkî belkî berdewam e ew rêwîtî
Belkî belkî li agirekî digerî
Belkî hê li wê şevê mayî
Belkî bîranînan dirêsî