Yûnis Das
Dûrî Bûrî
Çend sal li dû me man
Jiyan e man û neman
Çawa bûrî zeman
De bes bixwe xeman
Li dû şopa te bûm bi dizî
Dilê min dilerizî
Ev stran bona te ye
Hêvîdar im bibihîzî
Rojê ron ke, esman şîn ke dilê’m geş lêê
Çavan kil ke, derî veke, xemê neke lêê
Va êdî li ba te me
Dildarê gula xwe me
Dûrî bûrî ne xem e
Dem êdî ev dem e
Li dû şopa te bûm bi dizî
Dilê min dilerizî
Ev stran bona te ye
Hêvîdar im bibihîzî
Rojê ron ke, esman şîn ke dilê’m geş lêê
Çavan kil ke, derî veke, xemê neke lêê