the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yûnis Das

Zerya

Li rasta te hatim Bi ser xwe ve hatim Wek rojê hilatim Êdî ne sibat im Heçkû bûme zarok Di dest de pembîşok Berîk bi xemîrok Di dev de şekirok Kela dilê min rabû wa Zerya Ka welê tu nemîne tenya Pêla hişê min rabû wa Zerya Ka bêje bo çi ye ev dinya Heçkû bûyî zarok Rûyê sor û şermok Dev û lêvê kenok Delal î şêrînok Kela dilê min rabû wa Zerya Ka welê tu nemîne tenya Pêla hişê min rabû wa Zerya Ka bêje bo çi ye ev dinya

Bêjebêje © 2015-2024