the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Bê Kesim

Were xanim bi qurbanim bizane bê kes û kûsim Bere xêra tebî carek were çavê te ramûsim Çima herdem ditirsî lê, çima carek nepirsî lê Ejî wek te mirov û dilbijokim lê ne kabûsim Eger wek qumriya rindî kevok û nazika gundî Bizane ez di vê rê de wekî Xesro û Kawûsim Çiqa Mûsa li ser te gewherên lal bikî ristik Li rista min binêre da bizanî ez çi qamûsim Kirim wek ta wisa jar û wesa hiştim bese dîlber Di kinca Laleşê işqê bizane pîrê tawûsim Eger xanim bira rastî dixwazî min, bela rûs bî Di larûsa evînê de Cigerxwînim bi namûsim Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024