the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Birîn

Mêrg û zevî xirbe ne Gund û qesr tirbe ne Bilbil mirî gul mirî Ne rez maye ne tirî Ne gul û ne kulîlk man Ne parîz û gulîstan Ne dengê xweş ne meqam Pêve j’ah û intîqam Çavên bûkan b’hêstir in Kund digirîn distirên Ne pez mane ne şivan Ne blûr û blûrvan Gelî, Çiya guwah in Ne xulam in ne şah in Deşt û newal bi xwîn in Dîroka me dixwînin Rêl û dehlik bûne zer Zevî bûk in kezîzer Xwelî bûne xerabe Yezdanê me de rabe Bi camêrî nikarin Bi bêbextî dikarin Em jî ker in û kor in Ji pira wan diborin Ne qesr ma ne serban Ne mîrek ma ne siltan Ne saxî ma ne mirin Hîmê me jî dibirin Ken vemirî girîn ma Derman çû û birîn ma Keçik çû û kezî ma Û aheke rizî ma Gulistan bû kevristan Ber çavên Kurdistan Arîkarê me nîne Hêvî! Çirakê bîne! Çavê Binefş heşîn e Sosin jî ket, bişîn e Ne giya ma ne rêhan Li parêzê Kurdistan Ne ma lê lê ne lo lo Qirik, kund, gur û eylo Dikenin xudan saz in Kezeba me dixwazin Mêrg û zevî xirbe ne Gund û qesr tirbe ne Bilbil mirî gul mirî Ne rez maye ne tirî Hawar çû û hêstir ma Nijdî mir û hêştir ma Mamik kûr û dirêj e ( Şêr b’lepê xwe) dibêje… Helbest: Kamiran Alî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024