Yunus Dişkaya
Çalê
Çal dibêjin, Çalê bû
Xal dibêjin li wê bû
Nêzî serê kaniyê bû
Çalê Çalê gundê min
Çalê Çalê gundê min
Lê man turb û rezê min
Cotê min, kesaxa min
Qesra Silêman li wê bû
Zilm dibêjin, "lêlê" bû
perr û baskê me jêbû
gund nema vala nebû
Çalê ji welatê min..
Gava bê vegerim li te
Têr dixwim tiriyê te
Doza min welatek e
Ev der welatê kê bû..
Helbest: Arjen Arî