the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Çîroka Kûçikên Birçî

Bê welat jî mirov dikare bijî Mîna kûçikan Mîna kûçikên bêxwedî jî Dinya welatê min e Mirov dikare bêje Mîna utopîstan Mîna kûçikên utopîst Lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî Pehîna xwe li te bide Biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide Him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke Him jî tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê Hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî Wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be Ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî! Helbest: Ferîd Xan

Bêjebêje © 2015-2024