the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Ciwaniyê Çi Kare

Delalê nû gihaye Li ser min pir biha ye evîn her dem weha ye Ciwaniyê çi kar e? Divê dil tim bi kil bî Çavê reş tim bi kul bî Rûdem ji rengê gul bî Em dûr kevin ji wara Şêrîn û gewr û nazin Ji dil em hev dixwazin Li nav daran dibazin Sî daye ser zinara Dengê avê bilûrê Ba, li pelan dibûre Em guh didin tilûre Bilbil qîr û hewara Êvare çaxê xewê Kew gihaye mêkewê Ketme ber sînga ewê Cihan xweş e bihar e Ez gihame ji rêva Dest bezine du sêva Lêv gihane ser lêva Wijdan gelek şiyar e Tîna dilê me germ e Rû mezete li ber me Şev perdeye li ser me Bextê me nobedar e Bi devken û bi yarî Şekir ji dev di barî Pir dane min diyarî Tiştek nehişt ji para Bextê me pir sipî bû Dost bi min re kedî bû Bê şerm û bê fedî bû Pir pak û payedara Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024