the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Delalê

Germiya xwîna te ji çavên te xuya! Delala min tu dar î ser berf û çiya Li çavên te ên nerm, girînên zîz hene Li dengê te ê nerm, girînên zîz hene Dilê min hêlîn e, zend û destên min text Jiyîn û xweşî yî, tu î armanc û bext Dîroka spehîtî, bin lingê te de mir Nijde zêr û ziîv te dil û can talan kir Ez bibim destê te de piyale û piyan Tu bibe ji min re dotmîr û sermiyan Ser û serek bibe em gî peyayên te Tu ewr û ezman bibe em çiyayê te Germiya xwîna te ji çavên te xuya Weq Heyv î delalê!!! Bi ser ber û çiya Helbest: Kamiran Alî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024