the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Derê Bînahiya Çavan

Heyr -hijmekarî teme Şahîn - şikarî teme Na, ez nokarî teme Derê bînaya çeva Reben, hêsîrê teme Wan ber-pêsîrê teme Şemam hêjîrê teme Derê bînaya çeva Biskêd xeleqî kanên? Çevêd belekî kanên? Horî melekî kanên? Derê bînaya çeva Zendêd mircanî hêlke Pêsîra canî kêlke Çevêd fîncanî mêlke Derê bînaya çeva Ne ez ber derê teme Ez sewdeserê teme Heyrana serê teme Derê bînaya çeva Ne der-cînarê bêjin Ne çev û zarê bêjin Ax ne neyarê bêjin.. Derê bînaya çeva Tu şems û teva minî Tu roj û şeva minî Tu bîn û hewa minî Derê bînaya çeva Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024