the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Derew

Dar û çiya Ne ma giy Şêr û piling Bê zend û ling Gur, mar û hirç Zaro bê pirç Ax... ji bo çi Kî ma birçî Bêsebr, bêbext Bê al, bê text Ne dest ne çav Reş e serçav Kanî û av Roj heyv û tav Ax... ji bo çi Kî ma birçî Çire xwîn germ Çima dil nerm Ewr û ezman Stran û ziman Vemirî, mir Xurt e darbir Ax... ji bo çi Kî ma birçî Gelî, deşt, gir Xwelî, agir Gulan, Adar Bê av û dar Welat, hawar Bûye êvar Ax... ji bo çi Kî ma birçî Nan, dawet, dew Şor, sund, derew Ax... ji bo çi Kî ma birçî Helbest: Kamîran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024