the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Derman

Havîna dilê min Ava sar dixwaze Buhar e û dinê Bi govend û saz e Heyv û stêr bi ruhnî Mekaman dibêjin Sînga min tejî ye Derdên min dirêj in Dinê dibiriqe, lê Eniya min tarî Çem xweş diherike Dil bê arîkarî Ne girîn û ne kir Birîna min kûr e Bêgef im dimeşim Çikas ev rê dûr e Pora min gewr bûye Dest û zendên min sar Ne tenê dil û kezeb Hestî ji birîndar Destê dijminan de Welatê min qurban Jiyîn çi bû ji min re Êş, arihan û jan Dil, sing şewîtî ne Şabûna mi girîn Xebat derman dide Ji bo derd û birîn Helbest: Kamiran Alî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024