the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Dîlê Min

Êvar e Pir sar e Çol e, gir û çiyan bê dar in Tarî ye Zarî ye Bê te dil û can birîndar in Welat e Şewat e Hêstirên min dikevin; çem e Dîlê min Dilê min Êdî were delalê! dem e Mamîz î Bi saz î Kaniya stêr bû dilê min, mir Hejkirin Tum birîn Xwelî bûn nema pêt û agir Gir û ber Qrên û şer Top û tifing diricifin Ax! Ax û dar Tev xwîndar Ne mîrek ma ne siltan û şah! Adar e Hawar e Camêr tev dimeşin, bê Al in Stran û deng Gul bê reng D’mehdikan de zaro dinalin Kel û gund Cihên kund Jin û keç burc û qesr gî kêmbext Li gorinan Berazan Bûk jî mir, ne ma serîr û text Talî reş Bîst û şeş Lê dil ne mir ne bû ax û rijî Hêstir reş Sîng, dil geş Canên me gî camêrî tijî Gir û ber Qrên û şer Top û tifing diricifin Ax! Ax û dar Tev xwîndar Ne mîrek ma ne siltan û şah! Helbest: Kamîran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024