the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Dilekî

Dilekî d` mazmazka pêş-Asyayê de Dilekî çarkerî, bi xwînê der e Pîrhevok tevna xwe lê rapêçaye Dest kirye tînikê jê venagere Ew dil e, dilekî mîna dilan e Li rexkî Elîşêr, li rexkî Rêber Alîkî Beko ye, strî di gulê Alîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber Milkekî d` navoka pêş-Asyayê de Mîna xewnên şevan pendî-nependî Li riya azadî bêdeng û bêhis Elîşêr tên kuştin, lê b` serbilindî Helbest: Rojen Barnas

Bêjebêje © 2015-2024