the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Dîsa Were

Dîsa were yar keçikê, min bi evîn û surr bike Hubê bike liva pîçkê, agirê dilê min gurr bike Tengezerim, hesera teng Ii min pêge, buhurr bike Cahiltiya min min têke beng, xewn û mitala pirr bike Cahiltiya min ji dest min çû, ez bûm dîlê te, nederê Nederjî çû, ev kula han li min hate miyaserê: Birîndarim, muhbet sebeb, lê bê evîn - ezî bêçar Were kawê, belkî baskê cahiltiya min neêne xar Heyat xweşe, ezî - tûnsiz, yazixe derd bibe qeda Emirê minî terrî cahil here deya û bêxeda Were, were, yar keçikê, min bi evîn û surr bike Hubê bike ba û birûsk, agirê dilê min gurr bike Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024