the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Elegez

Sîng û berê kewgozelê Elegez e Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e Memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne Xalêd sûret mîna konê Kurmancî ne Guliyên yarê mîna cewên derbiharê Hev girtine, fitil fitil têne xwarê Ezî li ser kawkubarê bengiyê xefur Min da destan û lîlandin sîmên tembûr Min got : Yarê, tembûr di destê min de heliya Were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan Got : Beytûyo, por û guliyên min qumaş in; Yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in; Sîng û berê min zozan e ez çavreş im Ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im Got : berzeqê û bi awir li min nihêrî Awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî Cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn Saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn Mêrg û geliyên Elegezê girtin duman Niza'm ji çi re gelo bihar bû zivistan Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024