the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Eman Heylê

Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewan î Kê bi vî rengî tu anî? Wer di nav destê min danî Hey lê hey lê Hey lê hey lê Şev û rojan Ez di meylê Zirav bejnê nûzarokê Kiras kinê li ser çokê Por şevînê, xûfalokê Bi şev, heyv û rûj î rokê Hey lê hey lê Şev û rojan Ez di meylê Bilind bejnê serwa sehê Enî rojê ebrû mehê Neghanê vê remza te hê Sed car wey li min lê Hey lê hey lê Şev û rojan Ez di meylê Gotin xweşê dilovanê Gulê gazî kir rîhanê Wer binêre vê cîwanê Kê ev reng û rindî danê? Hey lê hey lê Şev û rojan Ez di meylê Rabe ser xwe dilovanê! Em derkevin ji zîndanê Dest bi destên te hozanê Da em herin Kurdistanê! Hey lê hey lê Şev û rojan Ez di meylê Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024