the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Ez Ji Te Hez Dikim

Nizanim xayîn î, nizanim bi bext î Nizanim oyîn î, nizanim her wext î Nizanim şibhan î, nizanim alçax î Nizanim nuxsan î, nizanim qibrax î Nizanim li erdê yî, nizanim li esman î Nizanim Xwedê yî, nizanim însan î Ez ji te hez dikim! Ya Rebilalem Ya rehm û kerem Ya nêt û merem Ya şert û qesem Ya xeyaş û xem - Herdema min Û hevsûd û bêkêr, nuxsan û necamêr "Kal û extiyar", "xort û mêr", gedengên duh na pêr Girtine mer û bêr û xişpik, şîş û kêr Dikin ku fend û sêhr bibirrin li jor û jêr Ew qilêr, ew qilêr Û gurr e, û gurr e, muhbeta min pirr e Bi ser te de dixure, bê bend û bihur e Tijî lal û durr e û hûr e, û hûr e Xendeqan dibirre, di kendalan dizîvire Difire, difire Ez ji te hez dikim! Ya Rebilalem Ya rehm û kerem Ya nêt û merem Ya şert û qesem Ya xeyaş û xem - Herdema min Lê har e, lê har e, li sirt û beyar e Nepenî ye, berwar e, difire tê xwar Qibrax e, kubar e, şemal e - dibare Gazî û hewar e: "Ha were, ha were" Ez ji te hez dikim! Ya Rebilalem Ya rehm û kerem Ya nêt û merem Ya şert û qesem Ya xeyaş û xem - Herdema min Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024