the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Gulê

Ne tîr û ne xencer bû Ne mar û ne ejder bû Bihna Gulê ez kuştim Ne şûr û ne şeşder bû Ne kanî ne robar e Dinê êvar û sar e Rûyê Gulê ez kuştim Erd evraz e û xwar e Dinê bêdeng û zer bû û tirba min li der bû çavên Gulê ez kuştim Ne êriş bû ne şer bû çiya berf û dûman e Gul û sosin ne mane RengêGulê ez kuştim Yê dimire beran e Gulê bêdil û bêcan Gulê hakim û sultan Sînga Gulê ez kuştim Gulê rovî û şeytan Gulê bêdeng û bênaz Gulê bêkîr û awaz Dengê Gulê ez kuştim Gulê govend Gulê saz Helbest: Kamiran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024