the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Hat û Çû

Ez ji xwe agah nebûm Ew dil bi destê hat û çû Wey li bextê mey reş bî Can bi destê hat û çû Ez çilo hişyar nebûm Çawa nedî min ew perî Her wekû ava tenik bê Kurt û pistê hat û çû Wê şevê pê de li dil Kom bûne derd û jan û xem Surperî dermanê Min di mestê derdêhat û çû Ger bidîta bej û bala Wê şepalaşeng û şox Sal bi min pîroz dibû Lê heyv ji ristê hat û çû Wê civan da bû ku îşev Bête nik min lê dereng Ew ji bircê hate xwarê Şox û mestê hat û çû Wê ji min can xwestibû Soz dabûm ku bidmê îşev Lê sipîdê dil bi destê Can dixwestê hat û çû Her wekî bayê sipîdê Kurt û pistê hat û çû Hatibû maçek bi min de Cejn û sersala me bû Lê çikim, ew maç ji lêv Û dêm, diristê hat û çû Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024