the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Hêvî

hêleke min diqutife ji sermê çiya keleheke asê, rê asê,dem asê hêviya min kulîlka binê berfê ha bel bû ha bel bibê û berf tê tê tê..! bibare berfê li ber xwe bide kulîlkê tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..! wê vebe rengo rengo piştî taveke xwêjinkî keskesor sihareke rûbihar e hêviya min tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor ha hilat ha hiltê û berf tê tê tê..! bibare berfê li ber xwe bide kulîlkê berf li hêlekê, tu li hêlekê hêviya min jî bihar e Helbest: Arjen Arî

Bêjebêje © 2015-2024