the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Heyv û Stêr

îşev şev e, bi şev e Dê digirî tirba xwe ve Heyiv derket stêrka xwe ve Dilketî me û sîngjar im Bê welat û bêbajar im Erdê xwe re ez heyran im Birîndar û bêderman im Ji kurdan re ez qurban im Dilketî me û sîngjar im Bê welat û bêbajar im Bêxweyî me ez tinê me Yek ji camerên dinê me Ji bêbextî ez ketî me Dilketî me û sîngjar im Bê welat û bêbajar im îşev şev e şev bi şev e Bavê min tê gora xwe ve Heyiv derket stêrka xwe ve Dilketî me û sîngjar im Bê welat û bêbajar im Helbest: Kamiran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024