Yunus Dişkaya
Îşev Li Ber Derê Te Me
îşev ber derê teme
Lewandê, dêrî veke
Ax tengezerê teme
Dîlbendê, dêrî veke
Cinûbet, turikim te
Xwedêkî înkar meke
Qertelim qirikê te
Neheq û sûckar meke
Adare, qarxûn rabye
Heyranê, nayê zevtê
Laşê min ber xwe danye
Gîhandye mala mevtê
Qetandye min saw û sû
Sî kiras û sî perde
Jarê dil zor tê neçû
Sik bûme ha li ber te
Minçarke,bextêteme
Rebenim, te qûlim ez
Yan minxe kêr û qeme
Minbikuj,qebûlimez
Tek jêkî kezîke xwe
Daynî ser sîng - mibedan
Tek bêxî kirasê xwe
Ji minra têkî kefen
Helbest: Fêrîkê Ûsiv