the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Keskesora Rengê Te Me

Keskesora rengê teme Hey tu roj û tava min Bedew û qeşengê teme Ay, ronaya çevê min Beyt li min têne dor bi dorê Aşiq ezim, tuyî kan,- Her hevt rengê keskesorê Tên ji pencê teva can Ay, ro, binhêr wê qirqişî Keskesorê girt kevan Ken li dêmên te niqişî: Bûm dengbêjê wan çevan Feqet, ro çû piş wî tetî,- Rengê keskesorê çûn Lê tu çûyî, ji min dûr ketî Ax, beytê min hê gurr bûn Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024