the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Keyfxweşî

Ez Kurdekî piçûk im Welatê min mezin e Tejî rêl û çiya ye Tejî berx û bizin e Bi zozan û mebehan Welatê min çeleng e Tev robar û tavgehan Bi kulilkan bireng e Kaniyên wî taze ne Çar rexên wan sorgul in Xweyî qêf in dê û bav Dengbêjên wan bilbil in Ne girîn û nesaxî Bes govend û dilxweşî Têde herkes kamiran Bi xebat û dilgeşî Helbest : Kamiran Alî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024